This site uses cookies to store information on your computer. I'm fine with this Cookie information

PEP

PEP - Kurdish Kurmanji

Agahiyên malpera PEP'ê: 

https://www.sandyford.scot/sexual-health-services/pep/ 

Xizmetên Sandyford’ê: KOVÎD-19 

Sandyford hema wisa dabînkirina PEP'ê ji bo pêşîlêgirtin li veguhestina Vîrûsa HIV'ê di têkiliyên zayendî da didomîne. 

Ji kerema xwe beriya serdanê bi telefonî hejmara 0141 211 8130 bike. Ji bo ku were diyarkirin ku gelo PEP ji bo te guncan e an na, perestarek dê çend pirsan ji te bipirse û eger hewce bike, ew ê demeke hevdîtinê bo te diyar bike. 

Eger Sandyford girêdayî be, tu dikarî PEP'ê ji beşên bûyer û awarte (acîl) bi dest bixî. 

Eger tu wiha disêwirînî ku ketiyî ber Vîrûsa HIV'yê, tu dikarî bi mesrefkirina heba Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê piştî tûşbûnê (PEP), ku dermanekî demkurt e, pêşî li lewitîna xwe bi vîrûsê bigirî. 

Ez çawa dikarim PEP'ê bi dest bînim? 

Tu pêwîst nake ku ji bo bidestxistina PEP'ê dorê bigirî. Bi serdana Sandyford'a navendî di saetên ku em çalak in da, tu dikarî PEP'ê bi dest bînî. Eger Sandyford girêdayî be, tu dikarî PEP'ê ji beşên bûyer û awarte (acîl) bi dest bixî. Perestarek dê te bibîne û bi nirxandinên ku cih tîne, dê diyar bibe ku gelo PEP ji bo te sûdmend e an na. 

PEP heta 72 saetan (3 rojan) piştî têkiliya zayendî dikare were bikaranîn, lê heta 24 saetan (1 roj) piştî wê yekê zêdetirîn bandora xwe heye, ji ber vê yekê girîng e ku herî zûtir wê bi kar bînî. 

PEP çi ye? 

PEP (Heba Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê piştî tûşbûna bi Vîrûsa HIV’yê) heyameke 4 hefteyî ya mesrefkirina heban e ku eger bi ihtimaleke mezin ketibayî ber Vîrûsa HIV'yê, divê wê mesref bikî. Ev heb pêşî li lewitîna bi Vîrûsa HIV'yê digire. 

Eger ihtimala te ev be ku tu tûşî Vîrûsa HIV'yê bûyî, heta kengê piştî wê yekê divê PEP'ê bi kar bînî? 

Mesrefa PEP'ê divê heta radeya ku pêkan e, gelekî zû dest pê bibe, ji ber ku şehedî nîşan didin ku ev heb di heyama çend saetan piştî tûşbûna bi HIV'yê da xwediyê bandora herî zêde ye. Eger zêde ji 72 saet (3 roj) ji tûşbûna bi Vîrûsa HIV’yê derbas bûbe, PEP dê radestî te neyê kirin 

Heta kengê pêwîst e ku PEP'ê mesref bikî? 

Heyama mesrefkirina PEP'ê 4 hefte ne. Jibîrnekirina mesrefa heban û xwarina wan di dema xwe da gelekî girîng e. 

Gelo dûhatên pêreyî yên PEP'ê hene? 

Renge tu tûşî dûhatên pêreyî wek Dilrabûn, izhal, serêş û westiyanê bibî. Bijîşk beriya destûrdana PEP'ê dê derbarê dûhatên wê yên pêreyî bi te ra biaxive. Di heyama mesrefkirinê da pêwîst e ku testa xwînê bidî da ku bandorên wê li ser leşê te bên nirxandin. 

Gelo kesek bi mesrefkirina PEP'ê dê li hemberî HIV'yê parêzbendiya xwe hebe? 

Mesrefkirina PEP'ê rîska veguhestina HIV'yê piştî têkiliya zayendî ya neparastî kêm dike, lê metirsiya wê bi tamî ji nav nabe. 

Eger piştî mesrefkriina PEP'Ê, testa HIV'yê nerênî be û piştî wê yekê, têkiliya zayendî ya neparastî hebe, eynî weke her kesekî bi HIV'ya nerênî ya din, dê tûşî Vîrûsa HIV'yê bibe. 

Gelo hema wisa bikaranîna Kandomê pêwîst e? 

Erê. Hema wiha bikaranîna kandomê pêwîst e, ji ber ku: 

  • Bikaranîna kandomê zêdetir ji bikaranîna PEP’ê pêşî li veguhestina Vîrûsa HIV’yê digire 
  • Kandom hem pêşî li ducanîbûnê û hem jî pêşî li veguhestina nexweşiyên STIs’ê (înfeksiyonên têkiliya zayendî) wekî Klamîdiya (chlamydia), Sûzak (gonorrhoea) û Sîflîsê (syphilis) digire, di halekî da ku PEP’ê taybetmendiyeke wiha tuneye 
  • Kandom li navendên cûr bi cûr ên derdora te bi rihetî dikare were bidestxistin. Ji bo peydakirina navendên ku tu dikarî li wir kandoma bêpere bi dest bînî serdana malpera Kandomên Bêlpere bike 

Min hewcetî bi wergêr heye 

https://www.sandyford.scot/sexual-health-services/i-need-an-interpreter/ 

Eger tu bi zimanê inglîzî naaxivî, tu dikarî di dema serdanê da ji wergêrekî alîkariyê werbigirî. 

Dema dorgirtina ji bo serdanê, ziman û devoka xwe ji me ra bibêje û em ê wergêr ji bo te dabîn bikin. 

Eger hevdîtina te kêmtir ji çil û şeş deqîqeyan be, renge em wergera telefonî bi kar bînin. Girêdayî bi pêvajoya kar e, di hin babetan da em vedibijêrin ku wergêrê amadehî bi kar bînin. Kedkarên Sandyford'ê destûra xwe tunene ku kesên malbatê an xizm û kesan wek wergêr bi kar bînin. 

Gelo divê ez mesrefa wergêr bidim? 

Na. ev xizmet bêpere ye. 

Gelo ez dikarim daxwaza wergêr(mêr)/wergêrê (jin) bidim? 

Erê. Tu ji me ra bibêje ku kîjan wergêrî dibijêrî û em ê hewil bidin ku ji bo te dabîn bikin. Bijardeya te renge li ber dest nebe, di vê rewşê da em ê te haydar bikin. 

Gelo ez dikarim daxwaza wergera telefonî bidim? 

Erê. Eger tu naxwazî ku wergêr li nav odeyê be, tu dikarî vê bijardeyê bibijêrî. Her wiha eger wergêrê amadehî li ber dest nebe, em dikarin wergera telefonî bi kar bînin. 

Gelo wergêr dizane ku biryar e hevdîtineke tendurustiya zayendî wergerîne? 

Erê. Haya wergêran ji hemî xizmetên Sandyford'ê heye û ew dizanin ku biryar e peyv û bêjeyên ku di warê tendurustiya zayendî (sexual health) tên bikaranîn, wergerînin. 

Ev peyv pêkhatî ji beşên taybet ên leşî, têkiliya zayendî û cûreyên têkiliyên zayendî, ducanîbûn, Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê, jiberbirin/jiberçûna zarok, test û dermanan ne. 

Eger lazim be ku li sexual health'ê beşên taybet ên leşê te bên muayînekirin (lênêrîn), wergêr dê li paş perdeyê be û ew ê te nebîne. 

Eger ez rihet nebim ku haya wergêr ji agahî û hûrgiliyên min zayendî hebe, dê çi bibe? 

Wergêrên me hînbûyî ne û wergerên wan dê bê-dadwerî bin. Ew fêrî cûreyên kesan bi raborî û serpêhatiyên zayendî bûne.  

Kesên ku têkiliya wan di gel kesên hevzayend û dijzayend hebûye. Kesên ku pênaseya wan a zayendî ciyawaz e di gel tiştê ku pê ji dayîk bûne.  

Li vir her tiştek bi awayê taybet û nepenî tê parastin.  

Wergêr biryar e ku çi karekî bike? 

  • gotinên te bi awayekî deqîq û bi baldarî werdigerîne. 
  • gotinên kedkaran ji te ra, dê bi awayekî deqîq û tam ji te ra bibêjin. Pêwîst nake ku êdî karekî din bikin. 

Gelekî girîng e ku di gel kedkarên me bi aramî û ron û zelal biaxivî da ku wergêr bikare gotinên te wergerîne. 

Wergêr çi karekî nikare bike?  

  • wergêr nikarin ji aliyê (bi nûnertiya) te gotinekê bibêjin an karekî bikin 
  • ew nikarin axaftineke xusûsî û taybet bi te ra pêk bînin. 
  • ew tenê gotûbêjan werdigerînin û alîkariya te dikin da ku formên ku kedkar ji bo te dixwazin, dagirî anku tijî bikî. 

Parastina sirr û nihêniyan 

Hemî gotinên te dê wek nihênî û nepenî bimînin. Wergêr ji bo NHS'a Glasgowê û Clyde'a mezin dixebitin. Erka wan e ku weke hemî bijîşk, perestar, şêwirmend û hemî kadroyên tendurustiyê, qanûnên têkildarî parastina sirr û nihêniyan berçav bigirin.  

wergêran destûra xwe tuneye ku derbarê hevdîtina te û her tiştê ku di vê civînê da diqewime an hevpeyîvînên pêk hatî bi kesekî din ra biaxivin.  

Eger min ji ber hebûna wergêr di dema hevdîtinê da, hesteke rihet tunebe, dê çi bibe? 

Eger ji ber her sedem û hegerekê bi hebûna wergêr di dema hevdîtina xwe da rihet nebî, mafê te heye ku ji wî/wê bixwazî ku terka odeyê bike. Ji bo dewama civînê, em ê wergera telefonî bi kar bînin. Tenê bes e ku ji kedkarên Sandyford'ê ra bibêjî ku tu dixwazî tenê bi wan ra biaxivî û wî çaxî wergêr dê terka odeyê bike. 

Bi me ra di peywendiyê da be 

Eger pirseke te derbarê xizmetên wergerê hebû, ji kerema xwe Email'ê bişîne an jî bi hejmara 0141 211 8130 bikeve têkiliyê û bibêje ku dixwazî bi kedkarekî ra biaxivî.