This site uses cookies to store information on your computer. I'm fine with this Cookie information

Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê

Different Types of Contraception - Kurdish Kurmanji

Çima girîng e? 

Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê ji bo girtina pêşiya ducanîbûna ne bi daxwaza dil tê bikaranîn. Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê ji bo pirraniya kesan li UK'ê bêpere û belaş e. Gelek şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê hene, ji ber vê yekê tu dikarî şêwaza ku ji bo te guncan e bi kar bînî. 

Şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê 

Em ê destpêkê li ser şêwazên dirêjbandor û vegerbar besh bikin. 

Împlent 

Amûra Hormonî ya nav-Malzarokê (IUS) – "Kumika Hormonî" 

Amûra mîsî ya nav-malzarokê (IUD) – "Kumika ne-hormonî" 

Derzî 

Em dizanin jinên ku van şêwazan bi kar tînin pêka jinên ku şêwazên din ên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê bi kar tînin, renge bi awayê nexwestî ducanî bibin. 

Eger tu piştrastî ku êdî zarokekî din naxwazî, tu dikarî li ser Stewrkirinê (sterilisation) bifikirî. 

Gelek şêwazên din ên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê hene. Ew jî bibandor in, lê ji bo Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê divê bi awayekî durust bên bikaranîn. 

Projestrona Tam (Progestogen-only) heb (1 Hormon) 

Heba hevdudanî ya Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê (2 hormon) 

Heba Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê 

Zelqa (Çesba) Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê 

Xeleka Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê 

Kandom- Dikare pêşî li veguhestina înfeksiyonên têkiliya zayendî jî bigire. Ji her 100 cotên jin-mêran ku Kandomê bi kar tînin, 18 jin renge ducanî bibin.  

Agahiyên zêdetir derbarê her şêwazê 

Împlent  

Împlent an jî Çandin boriyeke biçûk, bi qasî darikeke girgûtê (matchstick) ye ku li bin çermê baska te tê bicihkirin. 

Împlent, Hormonek bi navê 

projestronê azad dike ku rê li ber azadbûna Hêkikan ji Hêkdankan digire û Şilava Sêrvîksê (Cervix) anku (gêdûka Malzarokê) stûrtir dike. Ev şêwaza Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê dibe sebeb ku ji heman destpêkê va, Sperm nekare derbasî Hêkikan bibe. 

Sûd û serpişkî 

  • 3 salan bandor dike 
  • Rêjeya sedaneya wê 5 di 10,000 e. ji her 10,000 jinî, 5 kes ducanî dibin 
  • Dema ku tê rakirin, şiyana ducanîbûnê bilez vedigere 
  • Heyama peryodê siviktir û kurtir dike 
  • Ji bo jinên ku zarokên xwe şîr didin guncan e 
  • Ne hewcetî bi çavdêriyê heye û ne jî pêwîst dike ku dema mesrefkirina wê li bîra te bimîne 

Eyb û nebaşî 

Renge Peryodê ne-rêkûpêk bike 

Amûra hormonî ya nav-nalzarokê (IUS) 

IUS'a hormonî amûreke bi forma T ya biçûk e ku dikeve nav malzaroka te. 

Ev amûr bi nazikhiştina dîwarê malzarokê 

(yanî beşa ku di heyama peryodê da xwîn jê tê) pêşî li ducanîbûnê digire, û ji ber vê yekê, jinan pirrî wextan an peryodê derbas nakin an peryoda wan kurt û sivik e. 

Her wiha şilava Cervix'ê (gêdûka Malzarokê) stûrtir dike ku ev yek dibe sebeb ku ji destpêkê va Sperm nekare ku derbasî Hêkikan bibe. 

Sûd û serpişkî 

  • Heta pênc salan bandor dike 
  • Rêjeya sedaneya wî 2 di 1,000î ye. Yanî ji her 1,000 jinî, 2 kes ducanî dibin 
  • Ne hewcetî bi çavdêriyê heye û ne jî pêwîst dike ku dema mesrefkirina wê li bîra te bimîne 
  • Bi rihetî tê rakirin 
  • Doza Hormona kêm û bêxeter heye 
  • Dema ku tê rakirin, şiyana ducanîbûnê bilez vedigere 
  • Renge Peryod / Xwînhatinê kurt û sivik bike (an jî renge bi giştî Peryodê bide rawestandin). Ji bo jinên ku Peryoda giran, dirêj û êşbar hene, şêwazeke guncan a Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê ye 
  • Ji bo jinên ku şîr didin zarokê xwe guncan e 

Eyb û nebaşî 

  • Rîska pêkhatina Înfeksiyonê kêm e. 
  • Renge peryoda Ne-rêkûpêk çêbike ku ev jî mumkin e ku di çend mehan da berteref bibe. 

Amûra mîsî ya nav-malzarokê (IUD) – "Kumika ne-hormonî" 

IUD'ya mîsî amûreke bi forma T ya biçûk e ku li nav malzaroka te tê bicihkirin û şêwaza tevgeriyana Spremê diguherîne. 

Rê nade ku Sperm Hêkikê berdar bike (fertilising). Ev cûreya IUD'ê xwedanê piçek mîsa xwezayî û bêxeter e. 100% bêyî hormon e û peryodê rêkûpêk dike. 

Sûd û serpişkî 

  • Ji 5 heta 10 salan bandor dike (girêdayî bi cûreya IUD'ya mîsî ye) 
  • Rêjeya sedaneya wê 8 di 1,000î da ye. Ji her 1,000 jinî, 8 ducanî dibin 
  • Bi rihetî tê rakirin 
  • Bêyî Hormonê ye 
  • Ne hewcetî bi çavdêriyê heye û ne jî pêwîst dike ku dema mesrefkirina wê li bîra te bimîne 
  • Bi rihetî tê rakirin 
  • Peryodê naguherîne 
  • Dema ku tê rakirin, şiyana ducanîbûnê bilez vedigere 
  • Ji bo jinên ku şîr didin zarokê xwe guncan e 

Eyb û nebaşî 

  • Rîska pêkhatina Înfeksiyonê kêm e. 
  • Renge Peryodê girantir/dirêjtir bike û di vê rewşê da renge biêştir jî bibe. 

Derzî (Injection) 

Hema wisa ku ji navê wê diyar e, bi derzîlêdanê riyek ji bo Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê ye. Ampûl pêkhatî ji Projestronê (progestogen) ye, hormona ku pêşî li azadbûna Hêkikan ji hêkdankan digire. Her wiha şilava Cervix'ê (gêdûka Malzarokê) stûrtir dike ku ev yek dibe sebeb ku ji destpêkê va Sperm nekare ku derbasî Hêkikan bibe. 

Sûd û serpişkî 

  • 3 mehan bandor dike 
  • Rêjeya sedaneya wê 6 di 100î da ye. Ji her 100 jinan, 6 kes ducanî dibin 
  • Peryodê siviktir dike an jî radiwestîne 
  • Ji bo jinên ku şîr didin zarokê xwe guncan e 
  • Ampûline nû hene ku piştî fêrkirina ji aliyê perestar an bijîşk va, tu dikarî bi xwe her 3 mehan carekê derziyê li xwe xînî. 

Eyb û nebaşî 

  • Her sê mehan carekê divê ji bo derzîlêdanê serdana Çavdêrê Tendurustiyê bikî (meger ku ampûlekê bi kar bînî ku bikarî bi xwe derziya wê lêxî) 
  • Eger derzîlêdan were rawestandin, şiyana ducanîbûnê bi derengî vedigere 
  • Renge peryodê tûşî nakokiyê bîne 

Hebên Projestrona Tam (POP) 

Ev heb tenê pêkhatî ji hormonekê yanî Projestronê ne. Her roj divê ev heb were mesrefkirin. Du cûreyên hebên projestrona tam hene: Hebên kevn ku şilava Cervix’ê (cervical mucus) stûr dikin û rê li ber gihîştina Spermê li Hêkikê digirin, û POP'a nû ku rê li ber azadbûna Hêkikan ji Hêkdankan digirin. 

Sûd û serpişkî 

  • Rêjeya sedaneya wê 9 di 100î da ye. Ji her 100 jinan, 9 kes ducanî dibin 
  • Piştî mesrefkirinê, şiyana ducanîbûnê vedigere 
  • Ji bo jinên ku şîr didin zarokê xwe guncan e 
  • Ji bo jinên ku nikarin Hormona Strojenê mesref bikin, bêxeter û ewleh e 
  • Renge bibe sebeba rawestandina Peryodê 

Eyb û nebaşî 

  • Renge bibe sebeba Peryoda ne-rêkûpêk 
  • Divê her roj di dema xwe da were xwarin 
  • Di rewşa hebûna izhal û vereşiyanê renge bandorkirina wê tunebe 

Heba Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê ya Hevdudanî (CHC) 

Ev heb pêkhatî ji du hormonan, Strojen û Projestronê ne. 

Rê li ber azadbûna Hêkikan ji Hêkdankan digirin. 

Ev heb divê her roj di dema xwe da bên xwarin. 

Ev heb di cûreyên ciyawaz da li bazarê hene. 

Zelq (Çesb) û Xelekên Vajînal jî xebateke weke van heban raber dikin. 

Sûd û serpişkî  

  • Rêjeya sedaneya wê 9 di 100î da ye. Ji her 100 jinan, 9 kes ducanî dibin 
  • Dibin sebeba Peryoda kurtir, siviktir û hinekî biêştir 
  • Piştî mesrefkirinê, şiyana ducanîbûnê vedigere 
  • Ji bo wêdabirina Akne (acne) û pirzikan baş in 
  • Ji bo jinên ku zarokên xwe şîr didin guncan e 

Eyb û nebaşî 

  • Hinek jinên ku vê şêwazê bi kar tînin, renge tûşî fişara zêde ya xwînê an givîna (clot) xwînê li pê an pişikê (lung) bibin. Mesrefkirina wan hinekî bi rîsk e. Ji ber vê yekê, eger nexweşiyeke taybet bi te ra heye, renge bikaranîna hebên CHC’yê ji bo te ne pêkan be 
  • Divê bi durustî were mesrefkirin 
  • Di rewşa hebûna izhal û vereşiyanê renge bandorkirina wê tunebe 

Stewrkirina Jinan (sterilization) 

Di vê şêwzê da boriyên Falopê (Boriyên Malzarokê) tên girêdan da ku Sperm nekare derbasî Hêkikê bibe. 

Şêwazên Nav-Malzarokê (IUS'a Hormonî û IUD'ya mîsî) û Împlent ku di vê broşûrê da amaje pê hatiye kirin, ji Stewrkirina (sterilisation) jinan çêtir in. 

Sûd û serpişkî 

  • Bandora wê kêm e 
  • Rêjeya sedaneya wê 1 di 200î ye. Ji her 200 jinan 1 kes ducanî dibe 
  • Guhertinekê di Peryodê da çênake 

Eyb û nebaşî 

  • Şiyana Ducanîbûnê vegerbar e 
  • Divê piştrast bî ku êdî naxwazî ducanî bibî 
  • Hewcetî bi Nîştrgeriyê heye 
  • Hewcetî bi bêhişkirina tam heye 

Xesandina mêrî (Vasectomy) 

Di vê şêwazên da boriyên (deferens) ku Spermê ji gunan derbasî Kîrê mêrî dikin, tê girêdan. Emeliyateke lezgîn e ku bi bêhişkirina nuqteyî pêk tê. Li klînîkê dikare pêk were. 

Ji bo wergirtinba vê emeliyata nuqteyî, ji kerema xwe bala xwe bide ser rûpela dawî ya Broşûrê. 

Xesandina mêran bibandortir û hêsantir ji Stewrkirina jinan e. 

Sûd û serpişkî 

  • Bandora wê kêm e 
  • Rêjeya sedaneya wê 1 di 2,000î da ye. Yanî ji her 2,000 jinan, 1 kes ducanî dibe 
  • Bi bikaranîna Bêhişkirina nuqteyî pêk tê 

Eyb û nebaşî 

  • Şiyana Ducanîbûnê vegerbar e 
  • Hewcetî bi Nîştrgeriyê heye 
  • Dûhatên wê hene 
  • Heta dema ku serketina emeliyatê nehatibe piştrastkirin, pêwîst e ku şêwazeke piştrast a Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê were bikaranîn. 12 hefteyan piştî emeliyatê, serketina wê dê diyar bibe 

Xizmeta Xesandinê (Vasectomy) 

Di Xizmetên Tendurustiya Zayendî ya Sandyford'ê da pêk tê. 

Bi şêwaza jêr tu dikarî dora ji bo serdanê bigirî: 

Ji bo girtna dora serdanê beriya emeliyata Vazêktomiyê, bi xwe telefon bike (0141 211 8654) 

Şêwazên Pêşîlêgirtinê yên awarte 

Du cûre şêwazên Pêşîlêgirtina ji Ducanîbûnê yên awarte hene – IUD’a mîsî (Kumik) û hebên Hormonî. 

Amûra mîsî ya nav-malzarokê (IUD) – "Kumika ne-hormonî" 

Ev şêwaza riya herî bibandor a Pêşîlêgirtina ji Ducanîbûnê ye (99% xwedan bandor e) û 10 beranber bibandortir ji hebên awarte ye. 

Tu dikarî heta 5 rojan piştî têkiliya zayendî ya neparastî (an heta dirêjtir) û pirrî caran di çerxeya Peryoda xwe da, IUD'a awarte bi kar bînî. 

Bi awayekî normal bi hêsanî li nav malzarokê tê bicihkirin û ji bo her temenekî guncan e. Ji bo pêşîlêgirtina awarte ev amûr divê herîkêm heta Peryoda din li nav malzarokê bimîne, lê eger bixwazî tu dikarî wek şêwaza sereke ya Pêşîlêgirtina ji Ducanîbûnê wê ragirî. 

Heba Projestronê (Progestogen pill) (Wek: Levonelle TM) 

Eger heta 24 saetan piştî têkiliya zayendî ya neparastî were xwarin, bandora herî zêde dike. Bi vî awayî dixebite ku azadbûna Hêkikan dixe derengiyê (Loma eger pêştir Hêkik hatibin azadkirin, dê bandor neke). 

Heta 3 rojan piştî têkiliya zayendî ya neparastî tu dikarî wê bi kar bînî, lê her çiqas derengtir were xwarin, dê bandoreke kêmtir hebe. 

Eger bijîşkê te yê malbatî heye, tu dikarî bi awayê bêpere vê hebê ji dermanxaneyên Skatlendê an ji klînîkên xwecihî yên Tendurustiya zayendî bi dest bînî. 

Ulipristal acetate (Wek: EllaOne TM) 

Tu dikarî heta 5 rojan piştî têkiliya zayendî ya ne-parastî vê hebê bixwî. Bi vî awayî dixebite ku azadbûna Hêkikan dixe derengiyê (Loma eger pêştir Hêkik hatibin azadkirin, dê bandor neke). 

Pêka şêwaza pêşîlêgirtina awarte ya Projestronê, bibandortir e. 

Eger bijîşkê te yê malbatî heye, tu dikarî bi awayê bêpere heba EllaOneTM'ê ji dermanxaneyên Skatlendê an ji klînîkên xwecihî yên Tendurustiya zayendî bi dest bînî. 

Şêwazên hormonî yên Pêşîlêgirtina li Ducanîbûnê bandora EllaOneTM'ê kêm dikin, loma nabe ku heta 5 rojan piştî xwarina EllaOneTM'ê, şêwazên hormonî bi kar bînî. 

Ji jinên ku şîr didin ra tê tewsiyekirin ku heta heft rojan piştî xwarina EllaOneTM'ê, şîr nedin zarokê xwe. 

Bijîşkê malbatî dikare şêwazên Pêşîlêgirtin ji Ducanîbûê bide ber destê te. Baştir e ku ji bijîşkê xwe bipirsî ku kîjan şêwaz heye û li ber dest e. 

Xizmetên Tendurustiya Zayendî ya Sandyford'ê 

  • Tevahiya xizmetên zayendî ji wan babetên jêrê raber dike: 
  • Raberkirina agahiyan û dabînkirina şêwazên Pêşîlêgirtin ji Ducanîbûê 
  • Danîn û rakirina kumika Pêşîlêgirtin ji Ducanîbûê ya nav-malzarokê 
  • Danîn û rakirina Împlentê 
  • Vazêktomî (Vasectomy) anku Xesandin 
  • Xizmetên Jiberbirina bebikê (Abortion) 

Ji bo girtina dora serdanê, wergirtina aghiyan û Şêwirînê telefonî hejmara 0141 211 8130 bike. Hêlên telefonê ji Duşemî heta Înê ji bilî rojên betlaniya fermî ji 8.30 b.n- 4.15 p.n çalak in an jî serdana adresa https://www.sandyford.scot bike 

Eger tu bi zimanê inglîzî naaxivî, tu dikarî di dema serdanê da ji wergêrekî alîkariyê werbigirî. Dema dorgirtina ji bo serdanê, ziman û devoka xwe ji me ra bibêje û em ê wergêr ji bo te dabîn bikin. Ji bo wergirtina agahiyên zêdetir serdana vê adresê bike: https://www.sandyford.scot/sexual-health-services/i-need-an-interpreter-for-my-sandyford-appointment/