This site uses cookies to store information on your computer. I'm fine with this Cookie information

Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê

Contraception - Kurdish Kurmanji

Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê 

Ji bo Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê, divê heta dema destpêbûna heyama yayîsebûnê (menopause) anku temenê bêhêvîbûna ji ducanîbûnê, şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê bi kar bigirî û ew ê di rewşekê da bibandor an gelekî bibandor bin ku bi durustî wan bi kar bînî. Gelek şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê hene û em ji ber vê yekê kêfxweş in ku em dikarin di bijartina şêwaza herî baş da alîkariya te bikin. 

Bi riya NHS'ê li UK'ê şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê bi awayê bêpere dikevin ber destê hemî jin û mêran. 

Li Sandyford'ê gelek şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê dikevin ber destê te û bijîşk û perestarên me ji ber vê yekê kêfxweş in ku dikarin di bijartina baştirîn şêwazên li gorî rewşa te ya kesane da alîkariya te bikin. 

Renge tu ji bo gotûbêja li ser mijarine wiha di gel bijîşkê xwe yê malbatî hesta rihetiyê bikî. Pirraniya bijîşkên malbatî derbarê şêwazên pêşîlêgirtinê hin agahiyan didin nexweşan û heb, zelq (patches) û xelek û derziya dijî ducanîbûnê raber dikin û gelek ji wan dikarin kumik û hin împlentan di leşê nexweş da bi cih bikin. 

Tu dikarî Kandomên Bêpere ji zêdetir ji 300 navendan li NHS’a Glasgowê û Clyde’a mezin bistînî. 

Xizmetên meyên xortan amûrên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê dide ber destê xortên ji 13 heta 17 salî. 

Sandyford çi şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê raber dike? 

Em cûreyên şêwazên Pêşîlêgirtin li Ducanîbûnê raber dikin, wek mînak: 

  • Kumika Hormonî 
  • Kumika ne-hormonî 
  • Împlent 
  • Derzî 
  • Heba hevdudanî ya tê xwarin 
  • Heba Projestrona tam 
  • Zelq (Çesba) Hormonî ya hevdudanî
  • Xeleka Vajînal a hevdudanî ya hormonî 
  • Kandoma mêrane & Jinane
  • Diyafragm
  • Vazêktomî (Vasectomy) anku Xesandin 
  • Şêwazên Pêşîlêgirtinê yên awarte

Şêwaza girtina dora serdanê 
Ji bo girtina dora serdanê ji Sandyford'ê telefonî hejmara 0141 211 8130 bike. 

Eger tu bi zimanê inglîzî naaxivî, tu dikarî di dema serdanê da ji wergêrekî alîkariyê werbigirî. Dema girtina dora serdanê, zimanê ku hewcetiya te pê heye bibêje da ku em wî ji bo te hevaheng bikin. 

Ji bo wergirtina agahiyên zêdetir derbarê xizmetên wergêr serdana malpera jêr bike 

https://www.sandyford.scot/sexual-health-services/i-need-an-interpreter/

Parastina sirr û nihêniyan 

Li gorî qanûnên parastina sirr û nihêniyan, agahiyên te yên kesane bêyî destûra te dê nekevin ber destê kesekî din, meger ku bi nêrîna me, tu û kesekî din li ber xeterê bin an xeterek li dijî tendurustiya we hebe. Em ji te dixwazin ku dema ku serdana me dikî, navê xwe yê rastîn bi kar bînî, navê te dê li arşîva elektronîk a Sandyford'ê wek nihênî bimîne.  

Derbarê tendurustiya xwe ya zayendî bi me ra biaxive 

Ji bo ku tu baştirîn dermanê pêkan werbigirî, dema serdanê, kekdarên Sandyford’ê dê çend pirsên xusûsî û hesas derbarê rewşa tendurustiya leşî û raboriya tevgerên te yên zayendî bipirsin, wek mînak: Dawîn têkiliya te ya zayendî kengê bûye, gelo te têkiliya zayendî ya neparastî pêk aniye û gelo nîşaneyên înfeksiyonê li te hene. 

Kedkar dê dadweriyê derbarê te nekin. Agahiyên ku tu didî me, ne me nabehicîne (şoke nake), ne jî cihê şermê ye, lê tu divê rastiyê bibêjî da ku em bikarin bi baştirîn awayî testê li ser te cih bînin, te derman bikin û pişta te bigirin. Tevahiya agahiyên ku tu raber dikî, dê bi awayekî nihênî li sîstema arşîna elektronîk bên tomarkirin û parastin, lê di rewşa lêvegera bo xizmetên din, em ê bi destûra te agahiyên te parve bikin. Di şert û mercên gelekî kêmdîtî da renge kedkar ji bo parastina te bi xwe, agahiyên te parve bikin. Eger tu bixwazî, tu dikarî kedkarên jin an mêr ji bo serdan û vîzîtê bibijêrî, lê eger klînîk qelebalix be, renge hinekî zêdetir ji dema asayî li bendê bimînî û dema girtina dora hevdîtinê, divê me ji vê bijartina xwe haydar bikî. 

Agahiyên ku beriya hatinê, tu divê bizanî 

Serdan ji 10 deqîqeyan heta 90 deqîqeyan dem dibe. Dema serdanê, em ê hemî hewila xwe bidin ku bersiva gişt hewcetiyên te bidin, lê ji bo hin dermanan, pêwîst e ku ji bo wergirtina beşeka din a xizmetan, careke din serdana me bikî. 

Eger beriya dema serdanê nameyek bo te were şandin, di vê nameyê da dê hemî agahiyên pêwîst derbarê hevdîtinê bên hilêxistin. 

Dema hevdîtinê dê çi biqewime. 

Li gorî daxwaza wergêr, ew ê di dema serdanê da li kêleka te hazir bibe. 

Dema ku ez bigihêjim klînîkê, dê çi biqewime? 

Dema ku bigihêjî, berpirsê resepsiyonê dê xêrhatina te bike û karteke hejmardar, pakêteke pêkhatî ji agahiyan derbarê xizmeta têkildar, belgeyeke parastina sirr û nihêniyan ku derbarê şêwaza ragirtin û bikaranîna agahiyên kesane yên te şirove dike û formeke navnivîsandinê dê bide te. Berpirsa Resepsiyonê dê ji te bixwaze ku li ser kursiyê rûnî heta ku dora te were tomarkirin. Tu dikarî ji berpirsê Resepsiyonê bixwazî ku di tijîkirin û dagirtina forma navnivîsandinê da alîkariya te bike. Ji kerema xwe heta asta ku dikarî, pirraniya beşên formê dagire. 

Çiqas divê li bendê bimînim? 

Em hemî hewila xwe didin ku di dema herî nêzik a pêkan bo dema serdanê ku te jê ra dor girtiye, werî vîzîtkirin. Mixabin hin deman ev yek ne pêkan e. Eger tu ji bo dema serdanê hatî û 30 deqîqeyan li bendê mayî û kesekî bang li te nekir, ji kerema kedkarekî resepsiyonê haydar bike, ji ber ku ew dizanin ku çi qewimiye. Ji ber ku hevdem em çend klînîkan bi rê ve dibin, renge kesek ku piştî te digihêje, dewsa te zûtir were vîzîtkirin. 

Eger ez dereng bigihêjim, dê çi biqewime 

Em dizanin ku di hin babetan da nexweş derengtir ji dema serdana xwe digihêje. Eger tu dereng bigihêjî em nikarin misoger bikin ku em bikarin bi qasî tevahiya dema ku te jê ra dor girtiye, di xizmeta te da bin. Eger dereng bigihêjî, berpirsa Resepsiyonê dê di gel endamekî Tîma klînîkê hevaheng bike da ku were bi te ra biaxive. Heta dema ku ew were, divê li bendê bimînî. Ji bo hin klînîk û xizmetan eger tu dereng bigihêjî, em nikarin te vîzît bikin. Di vê rewşê da demeke din a serdanê dê ji bo te were diyarkirin. 

Dema şêwirînê ez ê çi kesî bibînim? 

Pirraniya xizmetên me ji aliyê tîma pisporên klînîkî va tên raberkirin ku li gorî xizmetê pêkhatî ji bijîşk, perestar, destyarên çavdêriya bijîşkî, şêwirmend an jî derûnnas in. Dema ku tu derbasî nav odeyê dibî, tevahiya kedkaran dê xwe ji te ra bidin nasandin. 

Eger tu dixwazî ku kesek bi zayendeke taybet te bibîne, ji kerema xwe dema dorgirtinê, vê yekê ji me ra bibêje. Her dema ku em bikarin, em ê hewil bidin ku daxwazên te dabîn bikin, lê em nikarin wê yekê misoger bikin. 

Çawa test ji min tê girtin? 

Eger dixwazî an hewce ye ku ji bo nexweşiya têkiliya zayendî test bidî, renge pêwîst be ku nimûneya mîz an xwînê bidî. Hin testan hewcetî bi Swab'a vajînayê û li gorî zayenda nexweş, hewcetî bi swab'a gewrî û qûnê hene. Renge nexweşan hesteke rihetiyê di gel vê cûreya nimûnegirtinê tunebin, lê kedkarên klînîkê di pêkanîna van testan da jêhatî û pispor in, ji ber vê yekê tu yê bo kesên pispor werî spartin. Di hin testan da pêwîst dike ku bijîşk vajînayê muayîne (lênêrîn) bike. Eger ji bo muayîneyê di gel bijîşkê hevzayendê xwe rihetî, ji kerema xwe dema girtina dora serdanê, vê yekê jî ji me ra bibêje. 

Gelo ez dikarim zarokê xwe bi xwe ra bînim? 

Baştir ev e ku zarokê xwe hevrê di gel xwe neyînî, ji ber ku li vê derê derfetên ragirtin û xwedankirina zarokan tunene. Eger neçarî ku zarokê xwe bi xwe ra bînî, ji kerema xwe kesekî mezin jî bi xwe ra bîne da ku dema tu li nav klînîkê yî, ew li odeya libendêmanê li zarokan miqate be. Li kêleka cadeyê parkeke bedew û çend erdên lîstinê hene, tu dikarî zarokê xwe bispêrî kesekî pêbawer li wir. Eger wiha nebe, renge em ji te bixwazin ku bêyî zarokê xwe vegerî klînîkê.